Break newsRaportslide
Asayişa PYD hêz li dijî mangirtinên ENKS ê bikaranî
Yekîtî Media 17/8/2016
Asayişa partiya yekîtiya dîmoqrat PYD bi hilmeteke binçavkirina endamên partiyên encûmena niştimanî ya kurd ENKS li gelek bajarên Kurdistana Sûriyê rabû.
Ew hilmet destpêkir berî mangirtinên li ser banga xwecehiyên ENKS ji bo şermezarkirina kiryarên PYD di mafê serokê ENKS û siyasetmedaran de destpêkir.
Herwiha hilmeta binçavkirina çalakvan û endamên partiyên encûmenê piştî ku mangirtin hatin lidarxistin berdewam kirin.
Li ser vexwendina encûmenên xwecihî yên ENKS doh sêşemê demjimêr 6 êvarî bi 100 xelek li bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê di mangirtinan de beşdarbûn, li dijî kiryarên partiya yekîtiya dîmokrat PYD di mafê serokê ENKS de û binçavkirina serkirde û çalakvanên siyasî.