Break newsRaportslide
Li Çilaxa endamê komîta pêwendiyên derve ya ENKS Silêman Oso semînarek siyasî birêvebir
Yekîtî Media 12/8/2016
Doh pêncşemê li bargeha encûmena xwecihî ya encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS li herêma Çilaxa û alyan ( encûmena pakrewan Nesireddîn Berhek ) semînarek siyasî lidarekt, bi rêveberiya mamoste Silêman Oso endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî ya Kurd û endamê komîta pêwendiyên derve ya ENKS , û bi amadebûna endamên encûmena xwecihî û encûmenên şaxî û nûnerên partiyên siyasî.
Oso di semînarê de li ser dawîtirîn pêşveçûnên siyasî li ser astên Kurdî û Sûrî û navnetewî şirove dan, herweha li ser workşopa ENKS li Cinêvê ji bo danîna destûrekî ji Sûriyê re û bijartina şêweyê fidralîzmê ji Sûriya ya paşerojê re axivî.