Break newsNûçeslide

Alîgirên PYD êrîşî nivîsgeha partiya Yekîtî ya Kurd û nivîsgeha PDK-S li Qamişlo kirin

Yekîtî Media 12/8/2016

Doh pêncşemê li bajarê Qamişlo, alîgirên partiya Yekîtiya Dîmokratîk PYD û bi navê malbatên şehîdan û bi parastina hêza asayişê ya wê partiyê êrîşî nivîsgeha partiya Yekîtî ya Kurd û partiya Dîmoqratî Kurdistanî-Sûriya li taxa Meyselûn kirin, û peyvên xiyanetê û tawanbarî li dijî ENKS û endamên herdû partiyan li ser dîwaran nivîsandin.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Qamişlo ragihand ku, alîgirên PYD ku piraniya wan jin û zarok bûn destpêkê êrîşî nivîsgeha PDK-S kirin, dûvre êrîşî nivîsgeha partiya Yekîtî kirin, û alaya Kurdî ji ser herdû nivîsgehan daxistin xwarê, û peyv û siloganên xiyanetê li dijî serok Mesûd Barzanî û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û serkirdayetiya wê bilindkirin û li ser dîwaran nivîsandin, di dema ku hêza asayişa PYD rê qutkirin û ew kesên ku bi êrîşê rabûn diparastin.

2

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button