Break newsNûçeslide
Li Hesekê Milîsa Berevaniya Niştimanî ya bi ser Rêjîma Sûrî ve welatiyekî Kurd binçavkir
Yekîtî Media 7/8/2016
Milîsa bervaniya niştimanî ya bi ser rêjîma Sûrî ve welatiyek kurd bi navê Nûrî Seyda li bajarê Hesekê ji mala wî revandin û tirmpêla wî desteser kirin.
Hevjîna Nûrî Seyda ji malpera Yekîtî Media re tekezkir ku çekdarên bervaniya niştimanî bi behaneya ku wan karek ji hevserê wê dixwestin û di demjimêrekê de dê vegere ew ji mal derxistin, lê ta niha ew venegeriya ye malê.
Bajarê Hesekê rastî gelek nakokiyan di navbera çekdarên partiya yekîtiya dîmoqrat PYD û milîsên berevaniya niştimanî hatiye û bi sedema wan nakokiyan gelek qurbanî hatin danîn.