Break newsNûçeslide
ENKS dozê li hêzên Kurdistanî dike daku fişaran li PYD bikin bo kiryarên xwe lidijî miletê Kurd rawestîne
Yekîtî Media 4/8/2016
Emîndariya giştî ya Encûmena niştimanî ya kurd li sûriyê daxuyaniyek belav kir têde kiryarên partiya yekîtiya demoqrat PYD ku dijî xelkên devera Efrînê bi kar tîne şermezar dike.
Di wê Daxuyaniyê de ENKS PYD bi êrîşên dijî nivîsgehên encûmenê û girtina xortan ji bo leşkeriya bi zorê tawanbar dike.
Emîndariya giştî ya encûmena niştiman ya kurd di daxuyaniyê de dozê li rêxistinên mirovî , civaka sivîl ,herwiha li hêzên Kurdistanî dike da ku fişaran li partiya yekîtiya demoqrat PYD bikin ku kiryarên xwe dijî miletê kurd rawestîne.