Break newsNûçeslide
Amerîka û Rûsyayê li ser mana Esed di desthilatê de rêkeftin
Yekîtî Media 26/7/2016
Wezîrê derve yê Amerîka Con Kêrî li gel Sêrgî Laverov wezîrê derve yê Rûsiyayê civatek lidarxit , di wê civatê de gengeşeya pêşinyara Amerîkayê ji bo hevrêziya leşkerî li Sûriyê gengeşe kirin.
Herwiha herdû wezîran hevrêziya êrîşên asmanî li dijî Cebhet Elnesra û qedexekirina êrîşan li dijî hêzên rikberiyê behs kirin . di heman mijarê de rojnameya El- Şerq Ewset ragihand ku zanyarî li cem peyda dibin ku rêkeftinek di navbera Rûsiya û Amerîka de heye naveroka wê rêkeftinê ku Beşar Al-Esed bimîne serokê Sûriyê di dema cîbicîkirina Qunaxa veguhestina siyasî.