Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Erdoxan eşkerekir: ezê li ser biryara vegerandina sezaya bidarvekirinê imze bikim
Yekîtî Media 19/7/2016
Receb Teyib Erdoxan serokê Tirkiyê diyar kir ku eger perlemana Tirkî li ser biryara bidarvekirinê erê bike ewê ji aliyê xwe ve li ser wê biryarê imze bike .
Di hevpeyvînekê de li gel kenala CNN ya Amerîkî Erdoxan biryara xwe eşkere kir û dibêje ev daxwaza milet e .
Herwiha serokê Tirkiyê di wê hevpeyvînê de diyar kir ku wê dozeke fermî ji Amerîka re bişîne da ku Fethila Gûlen yê bi piştgiriya derbeya leşkerî li Tirkiyê tawan bar e radestî Tirkiyê bikin.