Break newsNûçeslide
Wezareta derve ya Amerîka: rêkeftina di navbera me û Rûsiya de derbarê qonaxa veguhêz li Sûriyê dê Esed ji serokatiyê dûrbixe
Yekîtî Media 18/7/2016
Wezareta derve ya Amerîka ragihand ku rêkeftina di navbera wan û Rûsiya de derbarê qonaxa veguhêz li Sûriyê ew e ku serokê rêjîmê ji serokatiyê were dûrxistin.
Êlêzabêt Trodo rêvebira ofîsa ragihandinê di wezareta derve de ragihand ku belgeya pêşniyarên ku gereke wezîrê derve Con Kêrî radestî serokê Rûsiya Fladîmêr Pûtin bike nehatiye erêkirin.
Trodo tu zanyariyên zêde li ser encamên danûstendinên di navbera Pûtin û Kêrî de nedane .
Herwiha diyar kir ku zanyariyên li ser wan danûstendina ji hêla koşka sipî ve dê were eşkere kirin.