
Break newsNûçeslide
Li dergehê Sêmalka asayişa PYD kerwanek alîkariyan desteserkir
Yekîtî Media 26/6/2016
Nûnerê serokaritya Herêma Kurdistanê yê kar û barê Kusrdistana Sûrî Hemîd Derbendî tekezkir, ku asayişên partiya Yekîtiya Dîmoqrat PYD kerwana alîkariya ku ji dergehê Sêmalka derbasî Kurdistana Sûriyê bû desteser kirin.
Derbendî ji malpera Pas Niyûz re ragihand ku Asayişên PYD kerwana alîkariya ku bi tonan şekir û çayê û alîkariyên din têde bûn desteserkirin ji bo ku wan alîkariyan bifroşin bazirganan.
Derbendî herwiha dibêje ku eger PYD alîkariyên mirovî yên ku ji xelkên Kurdistana Sûrî re derbas dibin desteser bike wê gotinek Hermê hebe ku li ser van kiryarên wan red bike.