
Break newsNûçeslide
Esed wezîrê elkitrîkê ji bo serokatiya Hikûmeteke nû destnîşankir
Yekîtî Media 23/6/2016
Ajansa nûçeyên Sûrî SANA ragihand ku Serokê rêjîmê Beşar Elesed ji bo serokatiya hikûmeteke nû wezîrê elkitrîkê Îmad Xemîs destnîşankir.
Esed di feremanekê de ew biryar eşkerekir bêyî ku tu zanyarî li ser dûrxistina Wa’il Helqî serok wezîrê anha ji kar were diyar kirin .
Îmad Xemîs endamê partiya Baas e û ji sala 2011an de wezîrê elkitrîkê ye.