
Break newsNûçeslide
Rewangeha Sûrî: Daiş ê sê gund li başûrê Minbic ê kontrolkirin
Yekîtî Media 21/6/2016
Di encama êrîşên Rêxistina Daiş bi ser hêzên Sûriyaya Demoqrat de li devera Minbic ê 28 çekdarên HSD ê hatin kuştin . Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku Daiş sê gund li başûrê Minbic kontrolkirin.
Hêzên Sûriyaya Demoqrat ji berî sê hefteyan bajarê Minbic dorpêç kirine û hewil didin ku derbasî wê deverê bibin da ku ji bin kontrola rêxistina Daiş rizgar bikin.