
Break newsNûçeslide
Rewangeha Sûrî: 11 kes bi gulleyên pasevanên sînorî yên Tirk hatin kuştin
Yekîtî Media 20/6/2016
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan raporek belavkir têde diyar dibe ku 11 kes bi gulleyên pasevanên sînorî yên Tirk hatin kuştin.
raporê tekezkir ku wan kesan hewil didan ku di xirbet Elcoz re derbasî Tirkiyê bibin dema ku rastî gulleyan hatin û di nav wan de 2 jin û 4 zarok hebûn.
ji aliyê xwe ve artêşa Tirkî ragihand ku ew rapor dûre ji rastiyê , lê carcaran hewildanên derbaskirina sînor bi awayekî ne rewa çêdibin û tevî wilo jî leşkerên wan gulleyan bi kar naynin .