Break newsNûçeslide

Li Amûdê Asayişa PYDê serkirdeyekî PDK-Sê binçav dike

Yekîtî Media 14/6/2016

Asayişa PYDê endamê komîta herêmî ya PDK-S ê li bajarê Amûdê Selah Mihemed Se’îd Yûnis binçavkir.

Îro sêşemê 14ê Hizêranê danê piştî nîvro asayişa PYDê êrîş bir ser mala Selah li taxa Sînemê û ew binçavkir bêyî ku tu alavên wî desteser bike.

Asayişa PYDê berî demekê serkirdeyên partiya Yekîtî Enwer Naso û Ebdulîlahê Ûcê digel sê endamên wê partiyê li bajarê Amûdê binçavkirin.

Herwiha asayişa PYDê serkirdeyê PDK-Sê Ebdul Melek Hito li ser riya Qamişlo Dirbêsiyê girtin.

Selah Mihemed Se’îd Yûnis li gundê Til Hebeşê sala 1968 an jidayik bûye, gelek caran ji rex dezgehên ewlekariya rêjîma Sûrî ve hatiye girtin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button