Break newsNûçeslide

Asayişa PYD ê serkirdeyê partiya Yekîtî Ferhan Mir’î û nivîskar Dilgeş Mir’î binçav dike

Yekîtî Media 13/6/2016

Îro duşemê 13ê Hizêranê li gundewarê Girkêlegê, asayişa ser bi partiya Yekîtiya Dîmokratîk (PYD ê) ve Ferhan Mir’î endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî ya Kurd û nivîskar Dilgeş Mir’î binçavkirin, jiber ku wan biryara rêveberiya xweser ya girêdayî PYD ê bi desteserkirina erdê çandinyê yê malbata Mir’î red kirin.

Rizgar Mir’î ji Yekîtî Media re ragihand, ku asayişa PYD ê herdû pismamên wî danê nîvro li gundê Al Qos girtin piştî ku biryara desteserkirina erdan red kirin.

Herwiha amajekir ku PYD ê dixwaze bi 10 hezarên hektra ji erdên çandinyê desteser bike, û wan li ser endamên komînên girêdayî PYD ê belav bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button