Break newsNûçeslide
Artêşa Rêjîma Sûrî bi alîkariya balafirên Rûsî di hundirê sînorê Reqayê de pêşve diçe
Yekîtî Media 5/6/2016
Artêşa rêjîma Sûrî piştî êrîşeke mezin dijî çekdarên rêxistina Daişê, 26 çekdarên wê rêxistinê kuştin û derbasî sînorê parêzgeha Reqayê dibe.
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand, ku artêşa rêjîmê bi alîkariya balafirên Rûsî di hundirê sînorê Reqayê de pêş dikeve, lê rewangehê eşkere kir ku alavên ragihadina fermî hejmara hêz û çekên ku di wê êrîşê de beşdar dibin diyar nekiriye.