
Break newsNûçeslide
Filîp Hamond: gihandina alîkariyan bi riyên asmanî pir aloz û metirsîdar e
Yekîtî Media 2/6/2016
Filîp Hamond wezîrê derve yê Birîtaniya dibêje , ku girûpa navdewletî ya alîkariya Sûriyê li ser derbaskirina alîkariyan ji bo deverên dorpêç kirî di riyên asmanî de erê kiriye ,wê girûpê diyar kir ku eger qedexekirina derbasbûna wan alîkariyan di riyên bejayî re berdewam bimîne, ewê ji asman alîkariyan ji xelkên dorpêç kirî re daxînin.
Hamond ragihand ku tevî zehmetbûna gihştina alîkariyan di riyên asmanî de lê ew dimîne çareseriya tenê ku sînorek ji azarên mirovî li deverên dorpêç kirî re li Sûriyê werin danîn.
ji aliyê xwe ve baliyozê Ferensa di Netewên Yekbûyî de dozê li rêxistinên navdewletî dike ku alîkariyan di riyên asmanî de bighînin deverên dorpêç kirî li Sûriyê .