
Break newsNûçeslide
Rewangeha Sûrî: di êrîşeke asmanî ya balafirên Rûsî li ser Idlibê bêtirî 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Yekîtî Media 1/6/2016
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand, ku Di êrîşeke asmanî berfireh de ji hêla balafirên Rûsî li ser bajarê Idlibê bêtirî 23 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar ketin.
ji aliyê xwe ve Tirkiyê Rûsiya bi kuştina 60 sivîlan di êrîşên Asmanî de li Idilibê tewan bar kir.
di heman mijarî de Tirkiyê di daxuyaniyekê de dozê li civaka navdewletî dike ku ew êrîşên Rûsiyayê û rêjîma Esed li ser sivîlan rawestîne, di dema ku Îgor Konaşînkov berdevkê wezareta berevaniya Rûsiyayê di daxuyaniyekê de diyar kir, ku ew balafir ne Rûsî ne û wan tu êrîş li parêzgeha Idlibê pêk ne anîne.