
Break newsNûçeslide
Li Amûdê bi sedan kes bi mangirtinekê li dijî kiryarên PYD ê derketin
Yekîtî Media 31/5/2016
Li ser vexwendina Emîndariya Giştî ya ENKS ê, îro sêşemê 31ê Gulanê bi sedan xelkên Amûdê û alîgirên ENKS ê bi mangirtinekê li dijî kiryarên PYD ê yên hovane derketin.
Mangirtin di cadeya serekî li Amûdê birêveçû û siloganên şermezarkirina binçavkirina siyasetmedaran û êrîşkirina malan hatin bilindkirin.
Narîn Metînî endama Emîndariya Giştî ya ENKS ê gotina ENKS ê xwend tê de kiryarên PYD ê bi tundî şermezarkir.
Hêjaye gotinê ku partiya Yekîtî ya Kurd bi hejmareke mezin ji serkirde û endamên xwe beşdarî mangirtinê bû.