Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

HDP û DBP ê li Amedê bi mangirtinekê rabûn

Yekîtî Media 15/5/2016

Li Amedê nûner û endamên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP)’ê, Partiya Herêman ya Demokratîk (DBP)’ê û Kongreya Jinên Azad (KJA) ê bi daxwiyaniyeke rojnamegerî, daxwaza rakirina parêzbendiyên parlementerên HDP’ê, zindanîkirina Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek û endamên wan û operasyonên leşkerî protesto kirin. Di daxwiyaniya li ser navê girseyê de hate belavkirin , ku hikûmeta AK Partiyê bi operasyonên leşkerî pêvajoya çareseriyê têk dibe.

Li navçeya Yenîşehîrê, îro li ber derê AZC Plazayê, hejmarek siyasetmedarên HDP’ê, DBP’ê û KJA’yê kom bûn û rûdanên li hemberî partî û rêxistinên xwe şermezar kirin. Li ser navê girseyê Rêvebirê Bajêr yê Amedê yê HDP’ê Nesîb Gultekîn daxwiyanî xwend û got; “Di nava rastiya şerê bi salan  de hikûmet naxwaze bi rêyên demokratîk vê pirsê çareser bike û hergav bi hin sebeban pêvajoya agirbestê binpê dike.” Gultekîn, ragihand ku gel dixwaze xwe bi xwe birêve bibe, lêbelê li hemberî vê daxwaza demokratîk dewlet bersivên dijî demokratiyê dide.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button