Break newsRaportslide

Emîndariya giştî ya ENKS civîna xwe ya normal li Qamişlo girêda

Yekîtî Media – Qamişlo  6/5/2016

Emîndariya giştî ya ENKS ( Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriya) civîna xwe ya normal doh 6ê Gulanê li bargeha partiya Yekîtî ya Kurd li Qamişlo girêda, û bi amadebûna piraniya endama û hin ji nûnerên nivîsgehên encûmenê.

Xelîl Husam endamê serkirdayetiya ENKS ji Yekîtî Media re li ser karê vê civînê axivî û got:

Me di civîna xwe de balkişand ser dawîtirîn bûyerên siyasî û meydanî li navçeya Kurdî, herweha li ser şermezarkirina kiryarên PYD li dijî serkirdayetiya ENKS û bargehên wê.

Husam herweha tekez kir li ser berdewamiya şanda ENKS di danûstandinên Cinêvê de, herweha got : me biryar da ku roja sedsaliya rêkeftina Saykis-Pîko di 14ê vê mehê de, em bi çalakiyên cemawerî û semînaran rabin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button