Break newsNûçeslide
Riyad Hicab : Rikberî xwe ji dervî pêvajoya danûstendinan dibîne
Yekîtî Media 20/4/2016
Berdevekê desteya bilind ya danûstendinên Cinêv Riyad Hicab dibêje ku Rikberiya Sûriyê xwe ji dervî pêvajoya danûstendinên cinêv dibîne.
Hicab di kongireke rojnemavanî ji netewên yekgirtî dipirse, ku yên nikaribin qutiyek şîr derbasî derverên dorpêçkirî bikin, çawa dê karibin veguhestineke siyasî li Sûriyê biçespînin.
ji aliyê xwe ve Beşar Al-ceferî serokê şanda Rêjîmê di danûstendinên Cinêv de dibêje ku rawestandina Rikberiyê ji danûstendinan re tu pirsgirêkan ji wan re çê nake, ji ber ku ne ew bi tenê nûnerên rikberiya sûriyê bigiştî ne.