Break newsRaportslide
li Hesekê semînarek li ser romanê hat lidarxistin
Yekîtî Media 17/4/2016
Şaxê Hesekê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, semînarek wêjeyî li ser romanê lidarxist, di roja yekşemê de rêkeftî 17/4/2016 li navenda Mîtan ya çandeyê li bajarê Hesekê.
Mijara semînarê li ser romana bi sernavê ” Payîzekê ” ya bi zimanê erebî hatiye nivîsîn , roman ya nivîskar Novîn Xidir e, endama şaxê Hesekê yê Y.N.K.S , têde li ser romana xwe axivî û ramana wê şirove kir û beşek jê xwend, dûvre beşdaran gengeşe li ser romanê bi giştî kirin, û rexne û têbîn pêşkêşkirin.