Break newsNûçe

Daxuyaniyek ji Raya Giştî re derbarê Pirsgirêkên Bingehîn ên Gelê Kurd li Sûriyê

 

Ber bi Peymaneke Civakî ya Nû û Helwesteke Yekgirtî ya Kurdî ve, ji bo Misogerkirina Mafên Neteweyî û Siyasî yên Gelê Kurd di Destûra Sûriyê ya Pêşerojê de

Ji berpirsiyariya xwe ya neteweyî û welatî ve, û di ronahiya qonaxa girîng a ku Sûriyê tê re derbas dibe de, û ji ber pêdiviyên siyasî û destûrî yên ku bi paşeroja welêt û şêwaza pergala wê ya siyasî û îdarî ve girêdayî ne, em bawer dikin ku qonaxa heyî helwesteke yekgirtî ya Kurdî û dîtineke hevpar li ser mafên rewa yên neteweyî û siyasî yên gelê Kurd li Sûriyê hewce dike. Ev yek divê beşdariya wan a çalak di amadekirina peymana civakî ya nû û ji nû ve avakirina dewleta Sûriyê li ser bingeha demokrasiyê, dadmendiyê û hevkariya neteweyî de misoger bike.

Avakirina Sûriyeke nû, wekî dewleteke hemwelatîbûnê, hiqûqê û dadmendiyê, bêyî çareserkirineke dadmend a pirsa Kurdî, nasandina destûrî ya eşkere ya gelê Kurd û mafên wî yên neteweyî, û misogerkirina beşdariya wî ya rastîn di diyarkirina paşeroja welêt û rêvebirina saziyên wê de, pêkanîn nabe.

Li gorî bernameya siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurdistanê – Sûriyê, ku di kongreya dehemîn a partiyê de hatiye pejirandin, em pêwîst dibînin ku balê bikişînin ser komek bingehên sereke, ku divê bibin bingeha helwesteke siyasî ya hevpar a Kurdî, bingeheke ji bo danûstandinan bi rêveberiya derbasbûnê re, û bingeh ji bo xebatê di derbarê sabitkirina wan de di destûra Sûriyê ya pêşerojê de. Yên herî girîng ji van bingehan ev in:

Yekem: Pergala Federal û Desentralîzasyona Siyasî

Pejirandina pergala siyasî ya federal a demokratîk, ku dabeşkirineke destûrî ya zelal û dadmend a desthilatdariyan di navbera desthilata navendî û herêman de misoger bike. Ev pergal derfetê dide niştecihên herêman ku karûbarên xwe yên siyasî, îdarî û aborî bi xwe birêve bibin. Bi vî awayî, hevkariya rastîn pêk tê û yekîtiya Sûriyê li ser bingeha îradeya hevpar a hemû pêkhateyên wê xurt dibe.

Duyem: Yekîtiya Îdarî û Siyasî ya Herêmên Kurdî

Diyarkirina çarçoveyeke îdarî û siyasî ya yekgirtî ji bo herêmên Kurdî, ku taybetmendiyên wan ên neteweyî, erdnîgarî, nifûsî û çandî li ber çavan bigire û siyaseta perçekirinê bi dawî bîne. Ev yek divê girêdan û yekîtiya van herêman di çarçoveya dewleta federal a Sûriyê de misoger bike û rêvebirina wan a hevrêz û yekgirtî pêk bîne, bi parastina mafên hemû niştecih û pêkhateyên wan re.

Sêyem: Ça­reserkirina Bandorên Projeya Kembera Erebî û Guhertina Demografîk

Dadperwerî û mafên kesên ku ji ber Projeya Kembera Erebî, siyasetên erebkirinê û guhertina demografîk zirar dîtine, divê werin misoger kirin. Her wiha divê hemû tedbîr û projeyên awarte yên ku ji van siyastetan derketine bên betalkirin û encamên wan ên hiqûqî, mirovî û civakî bên çareserkirin.

Maf, erd û milkên xwediyên wan ên rastîn divê werin vegerandin, zirarên ku gihîştine wan bên telafîkirin û li gorî bingehên dadmendiyê û hiqûqê ji wan re tazmînat bê dayîn. Ev yek ji bo rakirina encamên van siyastetan, pêkanîna dadmendiya dîrokî û dadmendiya derbasbûnê pêwîst e.

Çarem: Zimanê Kurdî wekî Zimanekî Fermî li Herêmên Kurdî

Nasandina destûrî ya zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî li herêmên Kurdî, li gel zimanê Erebî, û misogerkirina mafê hînkirin û fêrbûna bi vî zimanî di hemû qonaxên perwerdehiyê de. Her wiha divê zimanê Kurdî bê pêşxistin û di saziyên perwerdehî, îdarî û dadwerî û di jiyana giştî de bê bikaranîn, û çand, mîras û nasnameya Kurdî bên parastin.

Pêncem: Beşdariya Kurd di Rêvebirina Dewletê de

Misogerkirina beşdariya Kurd bi awayekî dadmend û çalak di saziyên dewleta Sûriyê de, di nav de desthilatên qanûndaner, bicîhîner û dadwerî, û her wiha di hemû astên desthilatê û navendên biryardanê de. Ev beşdarî divê rastiya pirrengiya neteweyî ya welêt nîşan bide û prensîba hevkariya neteweyî, bêyî derxistin û paşguhkirinê, pêk bîne.

Şeşem: Pêşxistina Herêmên Kurdî û Ji Nû Ve Avakirina Wan

Di planên pêşketina neteweyî de divê baldarî û girîngiya ku herêmên Kurdî heq dikin ji wan re bê dayîn, da ku dehsalan bêparhiştin û paşguhkirin bên telafîkirin. Her wiha divê xebat ji bo ji nû ve avakirina herêmên zirar dîtî, pêşxistina binesazî û xizmetên bingehîn, piştgiriya sektora çandiniyê û aboriyê, û pêkanîna pêşketineke hevseng bê kirin, ku jiyaneke bi rêz û derfetên wekhev ji bo niştecihên wan misoger bike.

Heftem: Piştgiriya Biryarên Konferansa Kurdî û Xebat ji bo Bicîhanîna Wan

Em piştgiriya xwe ji biryar û encamên Konferansa Kurdî re nîşan didin û wan wekî çarçoveyeke siyasî ya xebata hevpar û yekgirtina dîtin û helwesta Kurdî dibînin. Em bang li hemû hêz, partî, kesayetî û saziyên têkildar dikin ku ji bo şopandina pêkanîna van biryaran û veguherandina wan bo gavên pratîkî, hevkarî û hevrêziyê bikin, bi awayekî ku ji doza Kurdî re xizmetê bike û mafên gelê Kurd li Sûriyê misoger bike.

Her wiha em bawer dikin ku divê ev biryar bibin bingeheke hevpar û xalek referansê ji bo diyalog û hevkariyê di navbera aliyên cuda yên Kurdî de, da ku yekîtiya helwestê û şiyana nûnertiya daxwazên Kurdî di pêvajoyên siyasî û destûrî yên pêşerojê de xurt bikin.

Ev xal di nav dîtineke siyasî ya berfirehtir de bingehên sereke yên çareserkirina pirsa Kurdî li Sûriyê ne. Lê belê, ew ne hemû maf û daxwazên rewa yên gelê Kurd in ku divê di her çareseriyeke destûrî û siyasî ya dadmend de cihê xwe bigirin.

Ji ber vê yekê, em bang li partî û hêzên siyasî yên Kurdî, çalakvan, rewşenbîr, kesayetiyên neteweyî yên serbixwe û hemû kesên ku van daxwazên bingehîn dipejirînin û piştgiriyê didin wan dikin, ku ji bo destpêkirina diyalogeke cidî û berpirsiyar gav bavêjin. Armanc ew e ku helwesteke Kurdî ya yekgirtî bê avakirin û referansek siyasî ya yekgirtî û danûstandinkar bê damezrandin, ku bikaribe daxwazên gelê me bigihîne rêveberiya derbasbûnê û hemû aliyên têkildar ên di pêvajoya diyarkirina paşeroja Sûriyê de, û wan biparêze.

Yekgirtina helwestê nayê wê wateyê ku pirrengî an cihêtiya di dîtinên siyasî de bê rakirin. Berevajî vê, wateya wê ew e ku li ser maf û bingehên neteweyî yên hevpar li hev bê kirin û bi hev re bê xebitîn, da ku ew maf û bingeh bibin garantiyên destûrî û qanûnî yên mayînde, ku ne girêdayî guherînên siyasî an hevsengiyên hêzê bin.

Derfeta ku îro ji bo damezrandina Sûriyeke nû heye, ji me hemûyan dixwaze ku berpirsiyariyên xwe yên dîrokî hilgirin û vê qonaxê ji dest nede. Mafên gelê Kurd divê ne tenê wekî soz an lihevkirinên siyasî yên demkî bimînin, lê divê bibin mafên destûrî yên sabît, ku wekhevî, hevkarî û dadmendiyê misoger bikin û paşeroja nifşên bê biparêzin.

Bi hev re ji bo helwesteke Kurdî ya yekgirtî, mafên destûrî yên sabît û Sûriyeke federal û demokratîk ku hemû gelên wê di xwe de digire.

Komîteya Navendî
Partiya Yekîtiya Kurdistanê – Sûriyê
14.11.2026

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button