Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized
Careke din dergehê Sêmalka ji ber Berfê tê girtin
Yekiti Media
Rêvberiya dergehê Sêmalka yê sînorî di navbera Kurdistana Iraq û Sûriyê de girtin dergehê li ber çûn û hatina welatiyan ji ber barîna Berfê ragihand.
Daxuyaniya rêveberiya dergehê sînorî di riya rûpelê wê li ser malpera civakî Fêsbûk hate belav kirin û tê de dema vegirina dergeh nehatibû diyar kirin.
Tê zanîn ku ev cara duyamîne ku dergehê Sêmalka yê sînorî di navbera Kurdistana Iraq û Sûriyê ji ber barîna berfê di heyva Sibatê de tê girtin.