NûçeslideUncategorized
Bombiyo: armanca me li Sûriyê jinavbirina DAÎŞê ye û derxistina Hêzên Îranê ye
Yekiti Media
Wezîrê Derve yê Emerîka Mayik Bombiyo ragihand Armanca me dîtina çareyekê ji Sûriye re û derxistina Hêzên Îranê ye.
Daxuyaniya Bombiyo di civîna Wezîrên Derve yê welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê ku li Waşingtonê birêve diçe hat, û di heman civatê de diyar kir ku teqîna Minbic mayîna DAÎŞê li Sûriyê piştrast dike
Pompeo berdewam kir û got “tevî biryara vekşandina hêzên Amerîka ji Sûriyê, lê siyaseta me li wî welatî nehatiye guhertin û armanca wan jî, jinavbirina DAÎŞê, û dîtina çareyek siyasî ji krîza Sûriyê re, ligor biryarên Neteweyên Yekgirtî û derxistina Hêzên Îranî ji wî welatî ye.