NûçeslideUncategorized

Serkirdeyekî desteya Danûstandkar: Hêzên Pêşmerge û yên Nuxbe li Sûriyê dê cih bigirin

Yekiti Media

Endamê şanda Desteya Danûstandkar a Opozisyona Sûriyê û endamê Emîndariya Giştî ya Teyar El-Xed “Şepêla Pêşeroj” a Sûriyê Qasim El-Xetîb di dîdareke Tilvizyonî de bi kenala   Kurdistan 24 re eşkere kir ku projeya vegera Pêşmergeyên Roj bo Kurdistana Sûriyê heye.

Qasim El-Xetîb ku Hêza El-Nuxbe ser bi partiya wî ve ye got: Hêzeke Leşkerî ji 8 hezar serbaz pêk tê ku ji rêjîma Sûriyê perçe bûne û li Herêma Kurdistanê ser bi Pêşmergeyên Kurdistanê hatine rahênankirin heye. Herwiha hêza “Nuxba” li naxa xaka Sûriyê ne û ezmûna wê di şerê li dijî terorê li Reqa û Dêrazorê de heye. Piştî biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, em dixwazin ew hêz bi hevbeşî bibe altirnatîf û parastina deverê bike.

Amaje bi wê yekê kir, “Em dixwazin hemû hêzên biyanî yên derbasî Sûriyê bûne derkevin, çi hêzên hatine şer li dijî terorê kirine û çi hêzên ku rêjîma Sûriyê derbasî nava xaka Sûriyê kirine wek mîlîşyayên Iraqî û Îranî. Herwiha hemû ew serkirdeyên ji derveyî Sûriyê hatine rojhilatê Firatê em wan jî red dikin“.

Aşkere kir jî ji bo cibicîkirina wê projeyê, pêwendiyên wan bi Wezareta Derve û ya Berevaniyê yên Emerîka re hene û Emerîkiyan ji wan re tekez kirine ku dê biryara vekişandina hêzên Emerîkî li ser çend qonaxan bicih bibe û bernameya vegera Pêşmergeyên Roj heye.

Li ser çarenivîsa QSDê Qasim El-Xetîb got: “Şervanên di nava QSDê de xortên Kurd û yên Ereb ên Sûrî ne, emê hêlên pêwendiyê bi wan re vekin ku em bi hevbeş bin û li kêlek biryarên xwe yên Pêşmerge û Nuxbe bin û  dê nûnerên wan jî di komîta destûrê de jî hebin. Herwiha emê tevlîhev bibin û bibin altinatîfa artêşa Sûriyê“.

Li ser derbasbûna artêşa Tirkiyê bo Sûriyê got: “Em naxwazin çi hêzeke biyanî li Sûriyê hebe. Em nahêlin hêzên biyanî derbas bibin û şerkî nû û komkujî çê bibe, lê heger hevkarî bi serkidatiya leşkerî ya Tirkiye û Emerîka li ser erdê hebe, em riya wê yekê didin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button