Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized
Tiramp gefan li Tirkiyê dixwe
Yekiti Media
Serokê Emerîka Donald Tiramp gefan li Tirkiyê dixwe û radigihîne, ku eger Tirkiye êrîşî Kurdên Sûriyê bike, dê abûriya Tirkiyê were ruxandin
Tramp li ser malpera civakî Tiwîter nivîsî: “eger Tirkiye êrîşî Kurdên Sûriyê bike, dê abûriya Tirkiyê were jinavbirin.”
Di heman Tiwîtê de Tiramp diyar kir ku ewê herêmeke ewle bi kûrahiya (32 K.M) li bakurê Sûriyê ava bike.
Tê zanîn ku ev demeke Tirkiyê hewil dide ku êrîşî rojhilatî Ferat bike û ezmûna Efrînê dûbare bike.