NûçeslideUncategorized
Girûpeke çekdar du welatî li Efrînê revandin û eşkence kirin
Yekiti Media
Girûpeke çekdar yê bi ser rikberiya Sûriyê ve li Efrînê jin û mêrek Efrînî revandin û eşkence kirin.
Jêderekî ji Efrînê ji ragihand, ku li taxa Eşrefiyê ya Efrînê hejmarek çekdar êrîşî mala welatiyê bi navê Mistefa Faris kirin û wî û hevjîna wî Hesret ji malê revandin û li çolekê ew eşkence kirin û li zeviyeke daran ew berdan .
Heman jêderî anî zanîn ku çekdaran ew her du welatî bi awayekî hovane eşkence kirine û hemû gewdê wan birîn.
Tê zanîn ku talan û dizî û revandin û binçavkirina welatiyên Efrînê li ser destê çekdarên rikberiyê rojane ne.