NûçeslideUncategorized

Ibrahîm Biro: Emerîka di kare rêveberiyeke sivîl li heremê verizbike da ku wê ji kirîzeke mezin bi parêze

Yekiti Media

Derbarê kirîza li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê rûda ye ku artêşa Tirkiyê li gel çekdarên rikberiyê xwe amade dikin ku êrîşî deverên Girê Sipî û Serêkaniyê bikin,û li gel daxuyaniyên serok komarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi pêkanîna oparasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê di çend rojên tê de, Ibrahîm Biro endamê nivîsgeha karê derve ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ragihand ku Emerîka di kare vê kirîzê têkbibe û rewşeke aram li Kurdistana Sûriyê bi cih bike.

Biro di daxuyaniyekê de ji malpera Cîron re diyar kir ku çareserî di dest Emerîka de ye ku ew helwesteke cidî bistîne ji ber ku ew herêm di bin kontirola wê de ye.

Biro di heman daxuyaniyê de eşkere kir Emerîka di kare rêveberiyeke sivîl li heremê veriz bike ku partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD ne bi tenê tê de desthilat be û bi vê yekê herêmê ji kirîzeke mezin di parêze.

Ibrahîm Biro di daxuyaniya xwe de ji Cîron re got “pêwîste Tirkiyê û PYD baweriyê bi Pêşmergê Roj yên ENKS ku hejmara wan gihştiya nêzî 10 hezar Pêşmerge  bînin û wan li ser sînorê  Kurdistana Sûriyê û Tirkiyê bicih bikin  da ku bergirî û parstinê bikin”.

Tê zanîn ku serok komarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gefa li rojhilatê cemê Firatê bi pêkanîna oparasyoneke leşkrî dike.  

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button