Break newsNûçeslide
Hesen Salih : em ne razîne bi hatina şanda perlemana Kurdistanê bo çavdêriya hilbijartinên PYD
Yekîtî Media
Cîgirê sekreterê partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Hesen Salih nerazîbûna xwe daxuyanê kirin li ser hatina şanda perlemanê herêma Kurdistanê bo çavdêriya hilbijartinên PYD li Kurdistana Sûriyê.
Hesen Salih di postekê de li ser rûpela xwe ya fêsbûkê nivîsî ku: em ne razîne li ser piştgiriya şanda perlemana herêma Kurdistanê ji pilanên PYDê re, gelo vê şandê jibîrkiriye ku PYD hêz bikaranî li dijî endamên ENKSê û nehişt ku kongirê xwe ya çarem lidarxîne, herweha nivîsgehên ENKSê hemû giritin û hinek ji wan şewitandin, û hîn hejmarek ji hevalên ENKSê di zindanên PYDê de binçavkirî ne, û tiştê herî xeter ewe ku PYD şerê mafê netewî yê miletê Kurd dike.