Break newsNûçeslide

Makron : Pêwîst e madeya 140 were cîbicîkirin û Heşda Şaabî nemîne

Yekîtî Media

Serokê Fransayê Emmanuel Makron banga diyaloga lezgîn li Hewlêr û Bexdayê kir û got, ku pêwîste demildest aştî li herêmê serwer be û mafên Kurdan parastî bin. Makron herwiha da xuyakirin, ku divê madeya 140 li gorî Destûra Iraqê were cîbicîkiirn û hêzên mîlîsî yên weke Heşda Şeibî jî li Iraqê nemînin.

Serokwezîr Barzanî jî ragihand, ku di çarçoveya Destûra Iraqê de ew amade ne li gel Bexdayê diyalogê bikin.

Piştî hevdîtina li Koşka Elyseeyê, Serokê Fransayê Emmanuel Makron û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîneke hevpar a çapemeniyê lidar xistin.

Emmanuel Makron diyar kir, ku ew ji ber serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cigirê Serokwezîr Qubad Talebanî spasiya wan dike û diyar kir, ku di navbera gelê Kurd û Fransayê de dostaniyeke dîrokî heye û Fransa herdem dostekî nêzîk ê gelê Kurd bûye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button