Break newsNûçeslide

Ebo Bekir Bexdadî 48 terorîstên xwe gulebaran dike

Di 24 demjimêrên borî de di encama bombardumanên balafirên şer ên hevpeymanan bi dehan terorîstên DAIŞ li Musilê hatine kuştin û bi fermana Bexdadî û bi tometa reva di şerê li hemberî pêşmerge 48 terirîstên xwe gulebaran dike.

Kargêrê melbenda Musilê ya YNK li Musilê Xiyasê Surçî ji PUKmedia`yê re ragihand: Di 24 demjimêrên borî de balafirên şer ên hevpeymanan dest bi bombardumana pêgeh û navendên terorîstên DAIŞ`ê kirin û heya niha balafirên şer bi xortî çavdêriyê dikin û li ser asmanê Musilê de digerin.

Got jî: Balafirên şer li navenda Musilê embarekî çek û teqemeniyê ya DAIŞ bombarduman kirin û bi temamî wêran kirin û zêdetir li 10 terorîstên DAIŞ hatine kuştin.

Her weha li navçeya pîşesazî (Wadî Egab) jî balafiran kargeheke çêkirina bomban û pêşxistina moşekan û guherîna otombêlên asayî bi otombêlên gulenebir û bombekirina otombêlan, bombarduman kirine û ew kargeh wêran kirin û bidehan çeteyên DAIŞ hatine kuştinê.
Xiyasê Surçî ragihand jî ku balafirên şer çendîn navend û pêgehên DAIŞ li qeza Tilkêfê û navçeya Başîkê û Selamiyê jî bombarduman kirine û 28 terorîstên DAIŞ hatine kuştin û çendîn otombêl û çek jinavbirine.

Kargêrê melebendê amaje bi wê yekê jî kir ku duh danê paş nîvro bi fermana Ebo Bekir Bexdadî û bi tometa reva ji bereyên şer li hemberî hêzên pêşmerge DAIŞ 48 terorîstên xwe li nêzîkî nexweşxaneya komarî li Musilê gulebaran kirine.

Aşkira jî kir ku li navçeyên veqetyayî yên li sînorê Musilê terorîstên DAIŞ dest bi teqandina malên kadirên YNK û PDK kirine û ji duh ve malên 12 kadirên herdu hizban teqandine.

PUKmedia/Hozan Fatih

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button