Break newsNûçeslide
Biryara serdestkirina Osman Baydemîr hate dayîn
Yekîtî Media 9/11/2017
Doza Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan, li Dadgeha Cezaya Giran ya Rihayê de bi tometa, “bangeşeya PKK” berdewam kir.
Baydemîr beşdarî rûniştina dadgehê nebû û dadgehê bi armanca wergirtina îfadeya wî, biryara destgîrkirinê da. Doz heta 1’ê Adara 2018’ê hat paşxistin.
Derbarê Baydemîr de, ji ber axaftina wî ya Newroza navçeya Bîlecîkê, derbarê Ocalan de jî, jiber beşdariya merasîma veşartinê doz hatibû vekirin.