Break newsNûçeslide

Serokê Fransa Makron nameyeke piştgîriyê ji Nêçîrvan Barzanî re rêkir

Yekîtî Media 9/11/2017

Serokê Fransayê Emmanuel Makron di riya Konsolê Gistî yê wî welatî li Hewlêrê Dominic Mas re nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û tê de tekezî li ser piştgiriya xwe bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Wek malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kiriye, Serok Macron di vê nameyê de pesnê rola Serok Mesûd Barzanî dide û rola cenabê wî di posta Serokatiya Herêma Kurdistanê û avakirina Iraqa nû de bi dîrokî bi nav dike û dinirxîne, herwiha tekezî li ser rêz û pêzanînên xwe bo rola taybet ya Serok Barzanî di têkoşîna li dijî DAIŞê de dike, ku di bin fermandariya cenabê wî de pêşmerge beşdariyeke yekalîkir hebû.”

Di namê de, Serok Macrom destxweşiyê li wê guftûgoya meydanî ya ku berî çend rojên borî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê desthilatdarên Iraq federalî dike, ku bûye sedema rêgirtin li ber aloziyên serbazî, berdewamiya guftûgoyan jî di warê siyasî de bi pêwîst dizane, ji bo çareseriyek ji hemû pirsgirêkan re bê dîtin û dibêje: Di pêwendiyeke telefonî de roja 28ê Cotmehê min ji birêz Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re gotiye ku destpêkirina diyalogê bi piştevaniya Netewên Yekgirtî tenê rêçareyek e ji bo gihêştina bi aştiyeke giştî li Iraqê ji bo hemû Iraqiyan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button