Daxuyaniya Komîta Navendî ya partiya Yekîtî derbarê tometên PYD ji serokê ENKSê û sekreterê partiyê re
Yekîtî Media 2/11/2017
Derbarê tometên ku dadgeheke girêdayî PYD ji serokê ENKSê re û sekretêrê partiya Yekîtî re Ibrahîm Biro arastkiribûn , Komîta Navendî ya partiya Yekîtî ya kurd li Sûriyê daxuyaniyek belavkir.
Di daxuyaniyê de hat, ku di dema ku ENKSê amadekariyên kongirê xwe yê çarem dike, PYD şanoyeke nû derxist têde gelek tometên xerab li dijî serokê ENKSê belavkirine bi mebesta ku zirarê bighînin kesê wî û dîroka wî ya welatparêzî , herweha jî girûpek ji ciwanan şandin nik hin mirovên wî û gefa kuştinê dan eger vegere Kurdistana Sûriyê.
Daxuyanî got, ku ev kiryarên PYD tekez dikin derwên wan derbarê hewlên wan bo yekrêziya kurdî, herweha daxwaza wan ew e ku helwesta partiya me têk bidin.
Di dawiya daxuyaniyê de, Komîta Navendî ji civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan xwest ku fişaran li PYDê bikin daku dev ji kiryar û siyasetên xwe berdin.