Daxuyaniya 32 Partî û aliyên siyasî : Pêwîst e Herêma Kurdistanê yekgirtî biçe her gotûbêjekê li gel hikûmeta Iraqê
Yekîtî Media 22/10/2017
32 Aliyên siyasî Kurdistanî, bi tundî her pêngavek ber bi zindîkirina du îdaretiyê red kirin û gotin: “Pêwîst e Herêma Kurdistanê yekgirtî biçe her gotûbêjekê li gel hikûmeta Iraqê”.
Derbarê yekrêziyê di navbera alî û pêkhateyan û erkên qonaxa niha û pêşerojê, îro berî nîvro, 32 partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê, derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêşveçûnên vê dawiyê, li bajarê Hewlêrê civiyan”.
Di civînê de bi hûrî rewşa niha ya Herêma Kurdistan hat behskirin û aliyên civiyayî gihiştin van xalan:
– Hemû alî tekeziyê li ser yekrêzî û yekdengiya tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistan dikin û dibînin ku ew yekîtî gerentiya serketinê û derbaskirina hemû kêşeyan dike.
– Bi tundî êrîşa serbazî û biryarên siyasî û abûrî yên hikûmeta Iraqê ku li dijî Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêmê hatin encamdan şermezar dikin û red dikin, ew êrîş û biryarên Iraq bi nedestûrî û nedîmukratî û dijî mirovatiyê binav kirin û ji aliyê tevahiya gelê Kurdistanê vet ê redkirin, ew kiryarên serbazî yên Iraqê nabin dîfakto û tenê demkî ne.
– Ji bo bersivdana xwesteka civaka navdewletî û dostên me derbarê çarekirina kêşeyan li gel hikûmeta Iraqê bi riya diyalogê, em hemû demê xwazyarên diyalogê bûn, lê aliyê Iraqî riya serbazî hilbijart, li vir em ji her aliyekî re radigehînin, ku em ji diyaloga bê merc re amade ne li ser bingeha destûrê û dûrî ferzkirina siyaseta dîfakto, pêwîst e Iraq li ser bingeha mikurhatin bi mafên gelê Kurdistan bê ser mêza diyalogê, ji bo vê mijarê jî hikûmeta Kurdistan nûneratiya gelê Kurdistan dike.
– Em aliyên siyasî bi tundî her pêngavekê ber bi zindîkirina du îdaretiyê ve red dikin, pêwîst e Herêma Kurdistanê yekgirtî biçe nav her gotûbêjekê li gel hikûmeta Iraqê.
– Referanduma gelê Kurdistanê mafekî destûrî û yasayî yê gelê Kurdistanê ye û devjê bernadin û pêwîst e Iraq û civaka navdewletî li ser wî mafê gelê Kurdistan siza nede.
– Li vir daxwazê ji tevahiya dezgehên ragihandinên hizbî û serbixwe dikin xwe dûr bikin ji zimanê zivir û pêwîst e bi emanetî nûçe û bûyeran veguhêzin û parêzgariyê li yekrêzî û aştiya civakî bikin.
– Di dawiyê de silav ji bo canê pak yê tevahiya şehîdên Kurdistanê bigşitî û qurbaniyên Kerkûkê û Dûzxurmatû û Xaneqîn bi taybetî û, berxwedana Pêşmergên qareman ên Kurdistanê bilind dinirxînin û silav rêza me ji wan re heye û, silav û rêza me ji bo tevahiya xuşk û birayên ku bi zorê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatine derbiderkirin.
– Bi serkeve îradeya mafxwazane ya gelê Kurdistan.
Partî û aliyên siyasî
1- Partî Dîmukratî Kurdistan
2- Yekîtî Niştimanî Kurdistan
3- Hizba Şû’î Kurdistan
4- Yekîtî Netewî Dîmukratî Kurdistan YNDK
5- Hizba Zehmetkêşên Kurdistan
6- Hizba Sosyalîsta Dîmukratî Kurdistan
7- Partiya karkir û Rencderên Kurdistan
8- Tevgera Dîmukratî ya Gelê Kurdistan
9- Yekgirtûya Islamiya Kurdistan
10- Partiya Parêzgarên Kurdistan
11- Hizba Pêşketinxwaz ya Dîmukrat a Kurdistan
12- Tevgera Rizgarî Dîmukratî Kurdistan
13- Tevgera Aştîxwazên Kurdistan
14- Partiya parêzgarên Dîmukratî Kurdistan
15- Partiya Netewî Kurdistan
16- Tevgera Hevgirtina Siryanî
17- Hizba Dîmukratî Bêt Nehrên
18- Yekîtî Bêt Nehrên a Niştimanî
19- Hizba Dîmukratî Kildanî
20- Encûmena Netewî Kildanî
21- Rabîta Kildanî ya Cîhanî
22- Hizba Niştimanî ya Aşûrî
23- Tevgera Kiristiyanî Dîmukratî ya serbixwe
24- Partiya geşepêdana Turkman
25- Partiya Dîmukratî Turkman li Kurdistan
26- Komela Lîbralî Turkman
27- Komela Rewşenbîrî Turkmanî li Kurdistan
28- Partî Niştimanî Turkman
29- Yaneya Oçaxî Turkman
30- Tevgera Dîmukratî Turkman
31- Partiya Çaksazî ya Turkman
32- Bereya Rewa ya Turkmanî