Break newsNûçeslide
DAIŞê bajarokê Qeryetên li Himsê kontrol kir
Yekîtî Media 1/10/2017
Hat ragihandin ku rêxistina DAIŞê dubare bajarokê Qeryetên li parêzgeha Himsê ji destê rêjîma Sûriyê derxist.
Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand: “Di encama êrîşeke berûvajî û berfireh de, rêxistina DAIŞê li parêzgeha Himsê, karîbû bajarokê Qeryetên ji destê rêjîma Sûriyê derxîne û k.ontrol bike.
Bajarokê Qeryetên 120 kîlometran ji bakurê rojhilatê Şamê dûre û dikeve nav sînorê parêzgeha Himsê de û li gel pêşveçûna artêşa Sûryê ber bi bajarê Dêra Zorê ve, çekdarên DAIŞê bajarokê Qeryetên kontrol kirin.