Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Netanyahu bersiva Erdogan dide

Yekîtî Media 1/10/2017

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bersiva Serokomarê Tirkiyê Teyip Recep Erdogan dide û radigihîne, “Welatê wî çendîn sal e hevsoziya wê ya kûr gelê Kurd heye, di referandûma Kurdistanê de ti roleke wê nebûye.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihandibû, “Destê Mossada Îsraîlê di referandûma serxwebûna Kurdistanê de heye”

Rojnameya “HAARTEZ” a Îsraîlê belav kir, Netanyahu di civîna hefteyane ya encûmena wezîran ya hikûmeta xwe de, wek bersivekê ji Erdogan re got: “Ez ji wê têdigihim, ew kesên piştevaniya Tevgera Hemasê dikin, Mosad wan li her cihekî dibîne. Ew kesên piştevaniya teroristan dikin, nikarin bi aramî xew bikin û hest dikin ku Mosad li her cihekî ye. Lê Îsraîl ti roleke wê di referandûma Kurdistanê de nebû. Em ji mêj ve hevsozê xebat û daxwazên rewa yên Kurd in.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button