Barzanî ji rojnameya “El-Ehram” a Misrî re: Armanca referandûmê tenê serxwebûn e
Yekîtî Media 10/8/2017
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinekê ligel rojnameya “El-Ehram” a Misrî de derberê birêvebirina referandûma Herêma Kurdistanê de radigihîne, her partiyeke siyasî li dijî referandûmê be, wateya wê xwekuştina siyasî ye.
Di bersiva pirseke wê rojnameyê de, ku armanc ji birêvebirina referandûmê çi ye, Barzanî dibêje: “Tenê gotinek e, ew jî serxwebûn e”
Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Misrê
Barzanî derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Misrê de ragihand, Konsolxaneya Giştî ya Misrê li Hewlêra paytext heye û hevîdar im pêwendiyên me berdewam û baştir bibin.
Serok Barzanî amaje bi wê dike, tevahiya konsol û nûnerên welatan yên li Herêma Kurdistanê bi encamdana referandûmê hetine agahdarkirin û berê jî ligel wan civiya ye.
Herwiha amaje bi rol û pêgeha Misrê li navçê kir, ku berdewam kar li ser bihêzkirina pêwendiyan ligel Misr û Serokê wî welatî Ebdilfetah Sîsî dike. Serok Barzanî aşkere kir jî, di demeke nêzîk de serdana Misrê dike.
Derbarê sedemên birêvebirina referandûma serxwebûnê de, Serokê Herêma Kurdistanê ji wê rojnameyê re radigihîne, ji destpêka damezrandina dewleta Iraqê di salên bîstan a sedsala borî ve, tevahiya hikûmetên Iraqê şikestî anîn û nikarîn li ser perensîpa “Şeraketa rastî di nevbera du netewên wê yê sereke de” danûstandin bikirina. Berdewam wek dijminekî Kurdan dinêrîn. Her cure şerek jî li dijî Kurd kirin. Her komkujiyek kirin, wek kîmyabarankirina Helebce û enfalkirina zêdetirî 180 hezar welatiyên Kurdistanê û wêrankirina 4500 gundên Kurdan.
Piştî sala 2003an
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi qonaxa piştî sala 2003an da û ji rojnameyê re tekez kir, piştî sala 2003an Kurd çûn Bexdayê da ku bi hev re dewleta hevwelatîbûnê û şeraketa rastî damezrînin û welatiyên ziyan dîtine qerebû bikin. Kurd beşdarî di nivîsandina destûrê de kir, lê bi dirêjahiya 14 salên borî, desthiladarên li Bexdayê di danûstandina ligel Kurd, nikarîn biçespandana ku ji ew ji yên berê baştir in, ku hema siyasetên berê yên perawîzkirin, dûrxistin û wêrankirinê li hember kirin. tenê di sala 2014an de budce û nanê xelkê Kurdistanê birîn.
Barzanî dibêje: “Me ji Bexdayê re ragihand, peyrewkirina wan siyasetan hêştin ku kolana Kurd fişarê bixe ser hikûmeta herêmê ku awayê pêwendiya xwe ligel Bexdayê biguhêre. Hevdem karkirin bo encamdana referandûmê ji bo rê li ber mezinbûna pirsgirêk û milmileyanîn di dahatûyê de bigire. Herwiha guhartina qonaxa hevbeşiya şikestîxwar bi cîrantiyeke serkeftî.
25 Îlonê
Serok Barzanî derbarê armancên referandûmê de, ku biryar e di roja 25 Îlona îsal bi rê ve biçe ji rojnameya “El-Ehram” re ragihand, “Armanc yek gotin e, ew jî serxwebûn e”
Derbarê dosya petrola Kerkûkê û samanên sirûştî li wî bajarî de, Barzanî ragihand, Kerkûk bi hemû samanên xwe ve Kurdistanî ye, hemû xêr û bêrên ji neteweyên wê yên Kurd, Ereb, Tirkmen û Xiristiyaniyan in, lê ji destpêka derketina petrolê li Kerkûk, hemû hikûmetên Bexdayê hemû dahatiyên wî bajarî dibirin û pê bombe û çekên kîmyayî dikirîn û pê Kurdistan dişewitand.
Barzanî tekezî li ser wê jî kir, niha madeyeke destûrî heye bo birêvebirina referandûmê li wê parêzgehê. Encûmena Parêzgehê jî biryar daye beşdarî referandûma 25 Îlonê bibe.
Dijeyatiya serxwebûnê, xwekuştin e
Serokê Herêma Kurdistanê dupat kir, ti welatiyekî Kurdistanê nîne ku li dijî referandûmê yan serxwebûnê be, lê berdewam di sîstema demokrasiyê de nakokiyên siyasî di navbera partiyan de hene. Her wek çawa nakokî û cudahiya siyasî heye, bi heman awayî hevpeymantî jî heye, ji ber wê di wê baweriyê de me her partiyek li dijî serxwebûnê be, xwekuştina di warê siyasî û niştimanî de dibe.
Peyama Barzanî ji hin welatan re
Serokê Herêma Kurdistanê di bersiva pirseke rojnameya “El-Ehram” a Misrî de ya derbarê peyama ji paytextên Erebî re çi ye? di destpêkê de ji Bexdayê ve dest pê kir.
Barzanî bo Bexdayê dibêje: “Di hevbeşiyê me şikestî anî, bila em bibin du cîranên hevpeyman.”
Derbarê Enqerê de dibêje: “Kurdistan cîrana we ya aram ewle ye”
Ji Şamê re dibêje: “Em rêzê li bijardeyên gelê Sûriyê digirin û ti nakokiyên me ligel hev tune ne”
Serok Barzanî derbarê Siûdiyê de dibêje: “Gel, hikûmet û Şahê wê dest û birayên me ne û pêwendiyên me yên bihêz ligel wan hene.”
Ji Tehranê re dibêje: “Helwesta wan ya dema êrîşa çekdarên DAIŞê li ser Kurdistanê jibîr nakin. Ew pêşengê welatên ku alîkariya me kirine bû û li aliyê me rawestiyan.”
Derbarê Qahîreyê paytexta Misrê de, Serokê Herêma Kurdistanê got: “Pêwendiyên me ligel Qahîreyê dirokî ne, dema Barzaniyê nemir sala 1958an li Moskoyê bû, di riya Qahîreyê re vegeriya Bexdayê, wê demê hevdîtin ligel Serok Cemal Ebdilnasir kir.”