Break newsNûçeslide

Daxuyanî derbarî proseya qersena elktronî li dijî malpera Yekîtî Media

Yekîtî Media 10/8/2017

Malpera Yekîtî Media, îro pêncşemê dema piştî nîvro,tûşî proseyek qersena elktronî hat, di wê hewildanê de yek ji deriyên malperê hat xerqkirin ji rex kesin bê wijdan ku xwestin derewan li ser zarê Silêman Oso endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê belav bikin.

Ev hewildana ne ya yekem e ji rex heman aliyê, bi mebesta rawestinadina karê malperê ku armanca wê ew e rastiyê belav bike, wek ku gelek rêxistin û desteyên pispor di warê ragihandinê de ev tişt isbat kirin, herwea li gor kesên ku vê malperê dişopînin wek dezgehek ragihandinê ya profeşînal.

Em di rêveberiya malpera Yekîtî Media de di dema ku em lêborînê ji mamoste Silêman Oso û ji hemû şopîneran dixwazin li ser tiştê ku hat belavkirin, em tekez dikin ku emê karê xwe berdewam bikin di riya vê dezgehê re, û ev hewildanên wisa erzan nikarin ji rastiya malpera Yekîtî Media kêm bikin.

Rêveberiya Malpera Yekîtî Media

Pêncşem 10/8/2017

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button