Break newsNûçeslide

Opozisyona Sûriyê: Pêwîst e Reqa radestî me bê kirin

Yekîtî Media 30/7/2017

Opozisyona Sûriyê li Stenbolê derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyê de civîneke çapemeniyê lidar xist. Berpirsên opozisyonê daxwaz dikin ku Raqa piştî rizgarkirinê radestî opozîsyonê were kirin.

Berpirsên opozisyona Sûriyê li nivisîngeha xwe ya li Stenbolê rûdanên dawî yên li Sûriyê bi civîneke çapemeniyê nirxandin.

Di civînê de behsa şerê li dijî DAIŞê li Raqqa yê, guftûgoyên li Astana, Cinêv û çawaniya birêvebirina hin deverên ku hêj dahatûya wan nediyar in hatin kirin.

Endamê Desteya Siyasî ya Opozisyonê Hadî El behra ragihand: “Piştî azadkirina Raqayê pêwîst e niştecîhên Raqayê vegerin malên xwe. Dûv re li ser emniyeta bajêr biryarekê bê dayîn. Lazim e piştî bidawîbûna şer çekdar û milisan Raqa bi cih bihêlîn. Em qebûl nakin ku birêvebirina Raqayê ji aliyê milîsan ve bê kirin. Lazim e Raqa radestî hêzên opozisyonê û xelkê wir bê kirin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button