Break newsNûçeslide

McGurk: El Qaide çawa dikare bikeve Idlibê?

Yekîtî Media 30/7/2017

Nûnerê Amerîka di şerê DAIŞ de Brett McGurk di panela “Nirxandina siyaseta idareya Trump di şerê terorê de” li Waşingtonê, ku ji alî Enstituya Rojhilata Navîn ve hatî lidarxistin de rexneyên giran li dijî siyaseta Tirkiyê li devera Idlibê kirin.

McGurk hebûna El Qaide li devera Idlibê, bêyî ku nav bide, lê bi îşaretkirina çavgirtina Tirkiyê da nîşandan.

McGurk diyarkir ku “Devera Idlibê piştî êrîşên 11ê Îlonê bû navendek El Qaide. Ev pirsgîrekek gelek girîng e. Me ev pirs wekî pirsek gelek girîng girtiye dest. Em dipirsin: Cîgirê Rêberê El Qaide, çawa dikare biçe Idlibê û ji bo çi diçe? Çawa xwe digihîne wir? Ew ne bi helikopterê diçe! Ne jî bi paraşutê  dadikeve wir! Hin hevkarên me, ku bi dehên hezaran çek rêdikin wir û gava şervanên biyanî diçin, berê xwe didin aliyek din, ne nêzîkahiyek rast e! El Qaide ev yek gelek baş bikar anî. Ango, niha ew der li nêzîk Tirkiyê cîgehek hebûna El Qaide ye. Bêguman em dê vê yekê ligel Tirkan bigrin dest.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button