Break newsNûçeslide
Serokê ENKSê : Metirsî heye, PYD Efrînê radestî rêjîma Sûrî bike
Yekîtî Media 3/7/2017
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ragihand, PYD berpirsayetiya rewşa Efrînê hildigire. Karek jî di bin masê re tê kirin, ku PYD dê Efrînê radestî rêjîmê bike.
Serokê ENKSê Îbrahîm Biro di çalakiya bîranîna komkujiya Kobanê û Amûdê li Dortmonda Almayayê de ragihand, heger hevpeymaniya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ligel Amerîka û Rûsya stratejîk be, çima îro dê gef li ser Efrînê hebe.
Serokê ENKSê amaje bi wê yekê kir jî, karek di bin masê re tê kirin, danûstandinên veşartî di navbera rêjîm û PYDê de hene, ku metirsî heye PYDê Efrînê radestî rêjîma Sûriyê bike.