Break newsNûçeslide

Nameya ENKSê bo serok Barzanî bi helkefta biryara referandûmê

Yekîtî Media 3/7/2017

Emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê nameyek bo serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rêkir, bi helkefta destnîşankirina roja referandûma serxwebûnê.

Di nameyê de ENKSê anî ziman, ku bi rihetiyekê mezin û rêzgirtinê Enksê biryara referandûmê ya dîrokî pêşwazkir, piştî paşguhkirina hikûmeta Bexdayê ji daxwazên herêmê re û paşguhkirina destûrê, her ev biryar jî guncawe bi perensîpên netewên yekbûyî re û mafên gelan di çarenivîsê de.

Di dawiya nameyê de jî ENKSê tekezî li ser piştgiriya vê biryara dîrokî kir, û baweriya bi serok Barzanî wek kesê ku karibe miletê kurd bigîne mafê wî yê rewa di dewleteke serbixwe de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button