Break newsNûçeslide

Serokê Rêjîma Sûriyê Beşar Esed li dijî fedraliya Kurdan derket

Yekîtî Media 15/10/2016

Serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed ragehan ku, beşê herî mezin ji Kurdên Sûriyê serxwebûnê naxwazin, herwiha li dijî fedraliyê jî derket û got ku, çawa fedraliyê li bakurê Sûriyê dixwazin û rêjeya herî mezin li wê deverê Erebin.

Derbarê daxwazên Kurdên Rojavayê Kurdistanê Serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîna xwe ya ligel rojnameya “Komsomolskaya” ya Rûsî de tekez kir ku, Kurdên Sûriyê serxwebûnê naxwazin.

Esed amaje bi wê yekê kir ku, pêwendiyan wan ligel Kurdan berdewamin û da zanîn ku, di şerê li dijî DAIŞê wan alîkariya Kurdan kiriye û çek bo wan şandine.

Ji aliyeke din ve Esed li dijî fedraliya Kurdan derket û got:”Çawa Kurd fedraliyê li bakurê Sûriyê dixwazin û rêjeya herî zêde li wê deverê Erebin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button