Break newsNûçeslide
Tirkiyê hêzên serbazî dişîne ser sînorê Herêma Kurdistanê
Yekîtî Media 13/10/2016
Tevgerên Artêşa Tirkiyê li ser sînorê navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê zêde bûne û Tirkiyê hêzek şandiye nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê.
ji duh ve hejmarek ji wesayît û keresteyên serbazî hatine herêma navçeya Silopî ya Şirnexê ku serbazgeheke artêşa Tirkiyê li wir heye.
Li gor hin çavdêran, ku ew hêza artêşa Tirkiyê ji bo dû mebestan hatiye navçeyên nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê, yek ji bo piştgiriya hêzên Tirkiyayê li Başîqê û ya din jî ji bo rûbirûbûna gerîlayên PKKê li Şirnax û Mêrdînê.