Break newsNûçeslide

Li ser biryara ENKSê îro dawî li gireva birçîbûnê hat

Yekîtî Media 18/9/2016

Li ser biryara encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKSê , îro encûmenên xwecihî yên ENKSê li hemî bajarên kurdî li Kurdistana Sûriyê yên ku ketibûn gireva birçîbûnê de, dawî li gireva xwe anîn.

Tê zanîn ku ENKSê dest bi girevek birçîbûnê li ser dêrêjahiya 3 rojan kiribû li hemû xwecihiyên xwe ji bo piştgiriya girtiyên siyasî di zindanên PYDê de, û doza serbest berdana wan.

Ji aliyê xwe ve jî encûmena xwecihî ya rojhilatê Qamişlo 7 rojan kete gireva birçîbûnê de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button