Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

5 berpirsên YNKê hişyarî dan: Başûr tê parçekirin

Yekîtî Media 17/5/2016

Pênc serkirdeyên YNKê wek nîşandana nerazîbûna xwe, him di merasîma îmzakirin û him jî di merasîma ragihandina rêkevtina navbera YNKê û Gorranê de amade nebûn. Berpirsên YNKê hişyarî dan, ku dibe Başûrê Kurdistanê piştî wê rêkevtinê bê dabeşkirin.

Îro sêşemê li bajarê Silêmaniyê Yekîtiya Nişîtmaniya Kurdistanê û Tevgera Gorranê rêkevtinek bi hev re îmza kirin. Rêkevtin bi amadebûna Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî û ji aliyê Berpirsê Gişît yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa û Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî ve hat îmzakirin.

Piştre danê êvarî di merasîmekê cuda de li hotêla rêkevtina navbera YNK-Gorranê bi fermî hat ragihandin û naveroka wê ji aliyê Endamê Polîtboruya YNKê Hakim Qadir ve hat xwandin.

Di merasîmê de gelek berpirsên her du partiyan amade bibûn, lê belê beşek ji serkirde û berpirsên pilebilind ên YNKê li hember rêkevtinê nerazî ne û ji ber wê jî di her du merasîman de amade nebûn.

Li gor zanyariyan, Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê Mele Bextiyar, û endamên Polîtboruya YNKê, Erselan Bayiz, Ednan Moftî, Azad Cundiyanî û Heme Heme Seîd tevlî merasîmên rêkevtina YNKê û Gorranê nebûn.

Çavkaniyekî ji nav YNKê di vê bareyê de ji Rûdawê re ragihand: Beşdarînekirina wan serkirdeyên YNKê ji ber wê yekê ye, ku ew di vê baweriyê de ne ku w rêkevtin pêwendiyan li Herêma Kurdistanê aloztir dike û nakokiyan jî zêdetir dike.

 

Çavkaniyê YNK herwiha daxuyakirin, wan berpirsên pilebilind ên YNKê derbarê metirsiya çêbûna du rêveberiya li Herêma Kurdistanê di encama wê rêkevtinê de hişyarî dane.

Rêkevtina navbera YNKê û Gorranê ji 25 madeyan û 6 beşan pêk hatiye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button