Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Derbarê teşhîrên tevgera Gorran Serokê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir

Yekîtî Media 18/6/2016

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê ew teşhîrên ku tevgera Gorran wan belav dike derheqê serokatiya herêmê, peyamek ji raya giştî re belav kir.

Di peyamê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji hemû aliyan dike ku, kes ji dêvla wî bersiva Gorran nede û bi tenê piştevaniya serxwebûn û Pêşmergeyên Kurdistanê bin.

Ev jî deqa peyamê ye:

Di derbarê wê helmeta ragehandin û teşhîrên ji aliyê Tevgera Goran û kesên nêzîkî wan li ser şexsê min birêve dibin, daxwaz ji xelkê serbilindê Kurdistanê dikim ku, kes li ser min bersiva vê hilmetê û axaftinên wan nede û ti kes xwe ji bo wê asta nizim danebezîne.

Daxwazê ji we dikim palpişt û bergirîkarê serbixweyî û pêşmergeyên me yên qehreman bin, berîkarê heq û dadperweriyê bin û li beranber gendelî û kultûra dijun û cinêwdanê rawestin û parêzerê çand û bihayên bilindên gelê me bin.

Di vê rewşê de pêwîste ewlewiyeta serekî ya me hemû aliyek serbixweyî û piştevanîkirina Pêşmerge ya ji bo têkşikandina terorîstên DAIŞê û baştirkirina jiyana xelk û rûbirûbûna gendeliyê be.

Bi dilniyayiyê ve ewên yekrêziya gel têk didin û hewla têkdana aramî û asayîşa Kurdistanê didin û musîbet li ser vî gelî tînin dê bigihin sizayên xwe yên yasayî.

Mesûd Barzanî

17.06.2016

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button