Break newsNûçeslide

Li Efrînê asayişa PYD ê ciwanan binçav dike

Yekîtî Media 27/5/2016

Doh pêncşemê 27ê Gulanê, Asayişa PYD ê dest bi hilmeteke girtina ciwanan bo leşkeriya neçar li Efrînê û gundewarên wê kir, û ciwanan girtî bo serbazgehên leşkeriya neçar yên girêdayî PYD ê veguhestin.

Li gor jêderekî ji Rajo bo Yekîtî Media, asayişa PYD hejmarek ji ciwanan girtin bêyî ku jimara dawî diyar bibe, heman jêderî got, asayişa PYD bi hilmetekê li ser gundên Basûta û hin gundên din û herwiha li bajarê Efrînê rabûn, û hejmarek ji ciwanan binçav kirin.

Xwecihiya ENKS ê li Efrînê di daxuyaniyekê de kiryarên asayişa PYD ê şermezarkir û got, desthilata dîfakto ya PYD ê bi riya van siyasetên xwe dixwaze sîstemeke dîktatorî bisepênê, û rayên cuda ji nav bibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button